Li Kobanê bi hezaran kesî komplo şermezar kir

Bi hezaran kesên ku li Kobanê kombûn, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protesto kirin. Bi hezaran kesî bi yek dengî dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” qîr kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM‘ê bi armanca şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê bi dirûşmeya “Ji Rêber APO û Federaliya Bakurê Sûriyeyê re azadî” meşeke organîze kir.

Endamên saziyên bajaroka Sirînê, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî, endamê Desteya Rêber a TEV-DEM‘ê Ferhad Dêrik, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî û cîgirê Serokê Meclîsa Rêber Xalid Berkel jî di nav de bi hezaran welatiyên Kobanê, beşdarî meşê bûn.

 Her wiha ciwanên ku ji beriya 3 rojan, meşa xwe ya bi dirûşmeya “Bi tolhildarna şoreşgerî em têk bibin dagirkerî û Rêber APO rizgar bikin” ji gundê Dadelê lidarxistinbû, tevlî meşa bûn.

Meş ji pêşiya nexweşxaneya Kobanê ya Taxa Kaniya Kurdan destpê kir û li Qada Jina Azad û kolanên bajêr re derbas bû.

Meşvanan posterên Rêber Ocalan, alên TEV-DEM‘ê, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Kongereya Star û YPG/YPJ‘ê hildabûn û pankartên bi nivîsên ” Eger ne tu be wê kî be, Eger ne niha be wê kengî be”, “Bi tolhildana şoreşgerî em bişkînin dagirkerî û Rêber APO azad bikin” , “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî serok APO”, “Komploya 15‘ê binkeve û ji Rêber APO re azadî û “Jin bi fikirê Rêber APO re azad dibe” vekiribûn. Her wiha bi yek dengî “Bê serok jiyan nabe” û azadî ji Ocalan beriz dikirin. Dengê meşvanan erd hejand.

Meş li Qada Jina Azad bi deqeyeke rêzgirtinê rawestiye. Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Ferhad Dêrik axivî û diyar kirin ku bi hezaran welatiyên Kobanê di vê meşê de isbatkirin ku bê Rêber APO‘ê jiyan nabe û dengê berxwedana Kobanê ji tevî cîhanê re ragihandin.

Dêrik di berdewama axaftina xwe de got: “Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe, tişta ku Kobanê biser xistin ramanê Ocalan e. Gelê Kurd nabêje ku Ocalan rêberê wan e, lê belê Rêberê tevahî gelên Rojhilata Navîn e.”

Seroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê Almaz Romî komplo şermezar kir û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: “Em wekî jinên Kurd me soz bi rêberê xwe re dayê ku ew ê bi fikirî wê jinan azad bikin.”

Meşvana bi dirûşmeyên şermezarkirina komployê û daxwaza ji Ocalan azadî çalakiya xwe bi dawî kirin.