Li Kirmaşanê erd bi hêza 4.9'ê hejiya

Li Qesra Şîrîn a bi ser eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê erd bi hêza 4.9'an hejiya.

Hate diyarkirin ku saet 06.47'an 7 kîlometre dûrî Qesra Şîrîn, 10 kîlometre li kûrahiyê erd hejiya ye. Ji ber hejijîna erdê kesek nemiriye.

Li Kirmaşanê ji Tîrmehê ve gelek caran erd hejiya. 1'ê Cotmehê li navçeya Taze Ebadê ya Kirmaşanê bi hêza 4.5'an dîsa erd hejiya bû.

Her wiha 26'ê Tebaxê li herêma Kirmaşanê li 6 kîlometre binê erdê bi hêza 6.1'ê erd hejiya bû bi kêmanî 2 kes miribûn, 230 kes birîndar bûbûn.

Erdheja herî giran jî par çêbûbû û şopên wê hê jî mane. 12'ê Mijdara 2017'an li Kirmaşanê bi hêza 7.3 dîsa erd hejiya bû, 620 kes miribûn û 8.500 kes birîndar bûbûn.