Li Kerkûkê vekirina buroya asayîşê hate qedexekirin

Parlamenta Iraqê qedexe kir, ku li Kerkûkê ji bilî polîsên federal ên Iraqê buroyên asayîşê bên vekirin.

Parlamenta Iraqê di rûniştina îro de qedexe kir, ku li Kerkûkê ji bilî polîsên federal ên Iraqê buroyên asayîşê bên vekirin. Di rûniştinê de 166 parlamenter lê amade bûn, biryar li ser Kerkûkê û herêmên cihê nîqaşê ne, hate girtin.

Hat qedexekirin ku li Kerkûkê û herêmên cihê nîqaşê ne, ji bilî polîsên federal ên Iraqê buroyên asayîşê werin vekirin. Di biryareke din de hat qedexekirin ku ala Îsraîlê bê vekirin û kombûna gelek kesan weke sûc hate nîşandan. Li Kerkûkê beriya niha buroyên asayîşê yên partiyên siyasî hebûn. Ji bilî polîsên federal, buroyên asayîşê yên PDK, YNK û eniya Tirk hebûn.