Li Kerkûkê û herêmên nîqaş li ser hene Kakaî di hedefê de ne

Kakakiyên ku li Kerkûkê û li gundên navçeya Daqûqê dijîn dîsa di hedefa DAÎŞ'ê de ne û çeteyên ku bi vî navî tevdigerin.

Gundên Kakakî ku 2014'an di hedefa DAÎŞ'ê de bûn, van demên dawî dîsa ketine hedefa DAÎŞ'ê de û komên çete ku bi vî navî tevdigerin.

Van çar mehên dawî ji ber êrîşên li ser gundên Kakaiyan 8 gundên Kakayî hatin vakirin, hate gotin gundekî dî jî yê ku tenê yixtiyar lê ne niha bi temamî li ber valakirinê ye.

Seyîdê Kakaî Seyîd Serhat têkilî gundên Kakayian got gundên wan ji ber ku bê parastin in dibine hedef. Serhat her wiha got ji ber ew nikarin parastina gundê xwe bikin gund têne valakirin.


Seyîd Serhat ev agahî da: ''Van çar mehên dawî li Daqûqê li ser gundê me êrîş dîsa zêde bûne. Ji ber êrîşan heta niha gundên me yên bi navê Alî Sera, Kobanê, Zenker, Ebû Mihemed, Awaniya Seyîd Hisên, Awahiya Şeşakan, Awahiya Wele vala bûn. Ji ber dema êrîşan kesek gundên wan naprêzer ji bêgavî gundên xwe berdan. Gundê me yê bi navê Topzawa li ber valakirinê ye. Li vî gundî tenê yixtiyar mane. Gundên me ji ber ku bê parast in têne valakirin. Heke wiha bidome gundên me yên li herêmê bi temamî wê werin valakirin.''

HEŞDÎ ŞABÎ 2 GUNDÎ GIRTIN

Serhat got ji ber ku li dijî êrîşan helwesta xwe nîşan dane gundiyên ji Topzawa Huseyîn Atiye û Xerîb Selîm ji hêla Heşdî Şebî ve hatine destgîkriin û ji mêj ve li zindanê ne.