Li Kerkûkê starta kampanyaya ‘Nefes bistîne’ hate dayîn

Komek ciwanên Kerkûkê, ji bo bajarê xwe şîn bikin, ji bo di nava salekê de sed hezar dar biçînin di bin navê ‘Nefes bistîne’ de dest bi kampanyayekê kirin.

Komek ciwanên Kerkûkê, ji bo bajarê xwe şîn bikin, ji bo di nava salekê de sed hezar dar biçînin di bin navê ‘Nefes bistîne’ de dest bi kampanyayekê kirin. Ciwanên ku starata kampanyayê di Pirtûkxaneya Endîşa de dan, plana ku wê di nava salekê de li bajêr sed hezar dar biçînin bi raya giştî re parvekir, banga piştgiriyê jî kirin. Kampanyaya ku ciwanên Kurd, Ereb û Tirkmen dayîn destpêkirin, bi sê zimanan hate nasandin.

Berpirsê projeyê Mamoste Mihemet, di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku her kes li ser çavkaniyên bin erd ên Kerkûkê ve mijûl dibe, lê ti kes bi mirov, zindî û xwezaya Kerkûkê nafikire. Mihemet got: “Em weke ciwanên Kurd, Ereb, Tirkmen, Misilman, Xiristiyan, Şîa û Sûnî yên Kerkûkê ji bo bajarê xwe şîn bikin me dest bi vê projeyê kiriye. Projeya me ne têkildarî ti bernameyên partiyên siyasî û ne jî kesê em teşwîq kirine. Em ciwan ji bo Kerkûkê vegerînin bajarekî ku lê bijîn, hatine gel hev.”

Mihemet destnîşan kir ku projeya wan heta meha Sibatê ya 2018’an dikin hedef ku sed hezar dar biçîni. Mihemed wiha got: “Ev projeya li Kerkûkê ji projeyên din cuda ye. Vê carê wê gelê Kerkûkê bi xwe xwedî li projeya xwe derkeve. Dîsa em ê mal bi mal bigerin, em ê darek du heta sê daran bidin malan û xwedîderketina wan daran ji wan bixwazin. Dema ku pejirandin em ê daran bidin wan û bi şopînin. Di çarçoveya projeyê de hê zêdetir em ê darên zeytûn û fêkiyan biçînin. Ji ber ku avhewaya Kerkûkê hê zêdetir ji bo şînbûna van daran baş e.”

Ji bo ciwanên Kerkûkê piştgiriyê bidin projeyê sînevîzyonek têkildarî projeyê hate nîşandan.