Li Kerkûkê semînera yekîtiya neteweyî

Li Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê têkildarî rêgez û prensîbê yekîtiya neteweyî semînerek li dar xist.

Îro li Salona Sîrwan Talebanî ya bajarê Kerkûkê KCK’ê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî de semînerek da. Li gel tevlîbûna xelkê bajar, gelek endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tevlî semînerê bûn.

Di semînerê de Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Serhed Varto axivî û got; “Divê Kurd hemû bi hev re bêyî ku cudakariyê di nava Êzidî, Hewram, Kurmanc, Zaza û Elewiyan de bikin, dema xeteriyek li ser Kurdistanê çêbû, wê biparêzin. Divê pêş hemû tiştî em netewebûna xwe çêkin û em Kurdistanê baş bidin naskirin. Hinek Kurd hene dibêjin Kurdistana me û Kurdistana we. Ev zihniyeta sîstema dagirkeriyê ye. Divê em ji bo yekparçebûna Kurdistanê kar bikin. Divê siyasetek hevbeş a Kurdan hebe. Divê siyaseta partiyan xizmeta Kurdistana mezin bike.  Divê parçeyek li ser navê parçeyên din biryar negire û parçeyên din neke qurbanê parçeyên din. Em dixwazin di aliyê leşkerî de yekîtiyek me hebe. Gerîla, pêşmerge û şervan hemû di bin fermandariyek hevbeş a leşkerî de kom bibin.”

Serhed Varto wiha jî dewam kir; “Serok Apo netewebûna Kurd ava kir. Li dîrokê temaşe bikin hemû serhildan di sedsala 18, 19 û nîvê sedsala 20’an de derketin. Kes nabêje serhildana Kurdan. Hemû bi nav dibêjin weke serhildana Simkoyê Şikakî, serhildana Şêx Seîd, Serhildana Seyîd Riza û gelek serhildanên din bi navê şexsî. Em dikarin bêjin ev serhildan ji bo xweparastinê bûn. Dema êrîş dihat ser tenê xwe diparastin. Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn û berxwedanek bê hempa nekirine. Ji sînorên xwe derneketin. Lê Serok Apo ji bo herçar parçeyên Kurdistanê têkoşîn kir, sînorê di navbera parçeyan rakir û ji bo azadiya wan berxwedan da destpêkirin.”

Serhed Varto di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Nabe partiyek, an parçeyek ala xwe li ser parçeyên din ferz bike û bibêje ala Kurdistanê tenê ev e. Ala Kurdistanê tenê dikare di kongreya netewî de bê diyarkirin. Ji bo wê jî divê yekîtiya netewî pêk were.”

Semîner bi pirs, bersiv û nîqaşan bidawî bû.