‘Li Kerkûkê rêya herî baş a jiyanê xwerêveberî ye’

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Ronak Mecîd bal kişande ser 3. Konferansa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê û got; “Ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê pêwîst e xwerêveberiyeke demokratîk li bajêr bê avakirin.”

4 roj beriya niha 3’mîn Konferansa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Komelgayê Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi dirûşmeya ‘Em bi hevr e tevgerê bi perwerde û rêxistinê bikin pêşeng’ li bajarê Kerkûkê hat lidarxistin. Di konferansê de pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên Kerkûkê, her wiha Meclisa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî hatin nîqaşkirin. Rojeveke din jî ew bû ku behsa ji nû ve pêşkêşkirina projeya xweseriya demokratîk ji bo avakirina demokrasî û bi hevre jiyana di navbera hemû netewe û pêkhateyên li Kerkûkê hat kirin.

Têkildarê projeya Tevgera Azadiyê ya ji bo bajarê Kerkûkê Hevseroa Giştî ya Tevgera Azadî Ronak Mecîd ji ANF’ê re axivî û got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di rewşa niha ya Kerkûk tê de derbas dibe de û ji bo pêşxistina bi hev re jiyanê li bajêr, Tevgera Azadî berê û niha jî xwedî proje ye. Kerkûk bajareke bi hevre jiyanê ye û ji aliyê dewlemendiyên sirûştî de dewlemend e. Ji ber wê jî careke din wegera ji bo sîstema demokratîzekirina civakê û meclîsa bajêr rêya herî baş ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê ye.”

‘Lİ KERKÛKÊ RÊYA HERÎ BAŞ Jİ BO PÊŞXISTINA BİHEVRE JİYANÊ XWERÊVEBERÎ YE’

Ronak Mecîd têkildarê çawatiya pêşxistina bi hevre jiyana gelan a li bajarê Kerkûkê bal kişande ser girîngiya xebatên meclîsa bajêr û wiha pêde çû; “Pêwîste li bajarê Kerkûkê bi rêya Meclîseke bi bandor ku ji hemû netewe û pêkhateyên ayînî yên cihê yên li Kerkûkê pêk hatibe û bi rêya vê meclîsê xwerêveberiyeke xweser û azad bê avakirin ku ev yek rêya herî baş ji bo pêşxistina bi hevre jiyanê ye li bajêr.”

JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN KERKÛKÊ DUBARE PROJE TÊN PÊŞKÊŞKIRIN

Hevserok Ronak Mecîd di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku wan ji bo çareseriya pirsgirêkên bajarê Kerkûkê berê proje pêşkêşî Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMÎ) kirine û got, “Em careke din projeya nûkirî pêşkêşî UNAMÎ û Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê dikin da ku bikarin pirsgirêkên bajarê Kerkûkê bi giştî çareser bikin.”

‘EM LI TEVAHIYA IRAQÊ DEMOKRASIYÊ PÊK BÎNIN’

 Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Ronak Mecîd îşaret bi girîngiya çareserkirina pirgirêkên Kerkûkê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Kerkûk ji ber ku hemû netewe û pêkhateyên ayînî yên cuda ên li bajêr di nava xwe de dihewîne wek Iraqa biçûk tê naskirin. Ger ku em bikarin projeya demokratîzekirina Kerkûkê pêk bînin, em dikarin li tevahiya Iraqê demokrasiyê pêk bînin.”