Li Kerkûkê piştî dagirkirinê di ser malan de hatin girtin

Piştî ku artêşa Iraqê Kerkûk dagir kir û şûnde, îro di saetên sibehê de avêtin ser malên Kurdan ên li Taxa Hesen dijîn.

Destpêkê avêtin ser malên siyasetmedarên Kurd û rewşenbîran, roja destpêkê ya êrîşê avaiya Tevgera Azadî ji aliyê endamên Eniya Tirkmen a Iraqê ya ku di bin sêwana Heşdî Şebî de ne ve hate şewitandin.

Piştî êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Kerkûkê û şûnde, dest bi avêtina malan hatiye kirin. Ji saetên danê sibehê ve Taxa Hesen a ku piranî Kurd lê dijîn mal bi mal tê gerîn û tên kontrolkirin.

Êrîşa serdegirtinê li dijî hinek siyasetmedarên Kurd, rewşenbîr û rêveberên Tevgera Azadî û endamên wê hatiye kirin.

AVAHIYA TEVGERA AZADÎ A KERKÛKÊ HATE ŞEWITANDIN

Hat diyarkirin ku avahiya Tevgera Azadî ya li Kerkûkê hate şewitandin. Hat ragihandin ku avahî ji aliyê nedamên Eniya Tirkmen a Iraqê ku di bin sêwan Heşdî Şebî de ne ve hatiye şewitandin.