Li Kerkûkê Newroz hat pîrozkirin

Tevî qedexeya hatin û çûyînê, welatiyên Kerkûkê agirê Newrozê pêxistin û cejn pîroz kirin.

Kurdên li bajarê Kerkûkê piştî sala 2003’an merasîma Newrozê li kelha Kerkûkê li dar dixistin, her wiha ji bilî wê yekê gel li taxên xwe û di nava kolanan jî agirê Newrozê pêdixistin û pîroz dikirin.

Hemû salê ji roja 20-21’ê Adarê li ser keleha Kerkûkê agirê Newrozê dihate pêxistin û welatiyan amadekariya wê rojê dikirin, lê îsal tevî ku baştir ji her salê amadekarî kiribûn jî ji ber metirsiya vîrûsa Koronayê û qedexeya kombûn û hatin û çûyînê merasîma Newrozê weke hatibû plankirin bi rê ve neçû.

Lê dîsa jî tevî biryara qedexeyê welatiyên Kerkûkê ew ji xwe re nekirin asteng û li tax û kolanên xwe de agirê Newrozê pêxistin û ev roj pîroz kirin.