Li Kerkûkê Newroz bi coş tê pîrozkirin
Newroza Kerkûkê ya bi dirûşma ‘Newroza îsal a Kerkûkê bikin Newroza yekrêzî û bihevre jiyanê’ ya sala 2021’ê bi coş destpê kir.
Newroza Kerkûkê ya bi dirûşma ‘Newroza îsal a Kerkûkê bikin Newroza yekrêzî û bihevre jiyanê’ ya sala 2021’ê bi coş destpê kir.
Newroza 2021’ê ya bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê li qada seyrangehê ya Şîwesûr bi dirûşma ‘Newroza îsal a Kerkûkê bikin Newroza yekrêzî û bihevre jiyanê’ bi tevlîbûna pêkhate û welatiyên ji deverên cuda destpê kir.
Pîrozbahiya Newrozê bi tevlîbûna hezaran kesî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreş û Kurdistanê pêk hat, piştre jî helbesta Hesen Zîrek a ‘Em rojî salî tazey Newroz’ li ber dadana agir hate pêkirin.
Şahiya Newrozê wê heta saetên êvarî dewam bike.