Li Kerkûkê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Agirê Newrozê li bajarê Kerkûkê bi dirûşma ‘Bila Newroza îsal bibe Newroza yekrêzî, aştî û bihevre jiyanê’ bi rengekî girseyî hat vêxistin.

Li navçeya Şîvesorê ya herêma Şiwan a girêdayî bajarê Kerkûkê merasîma pîrozbahiya Newrozê bi drûşmeya “Bila Newroza îsal bibe Newroza yekrêzî, aştî û bihevre jiyan” ku bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê (Tevgera Azadî) hatibû organîzekirin, bi tevlîbûna gelek welatiyan hate lidarxistin.

Gelek kes ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî Kerkûkê bi coşek mezin û bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn. Her wiha ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî gelek kes di pîrozbahiyê de amade bûn.

Pîrozbahî saet 13:00 li gorî saeta herêmê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê ve destpêkir.

Piştî rêzgirtinê, agirê Newrozê ji aliyê dayik û xizmên şehîdan ve hat vêxistin. Bi vêxistina agir re berdewam dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Newroz pîroz be” hatin qêrîn.

Piştre li ser navê komîteya amadekar Soran Serdar hate ser dikê, bi xêrhatina girseyê kir, Newroza her kesî pîroz kir û bernameya pîrozbahiyê ya amadekirinî eşkere kir.

Piştre hunermend Ebas Selah Dawûd û Sîrwan Şiwanî hatin ser dikê û berhemên xwe pêşkêşkirin.

Li pey wê re peyamên Tevgera Azadî ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê Komel Sermed, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) jî ji aliyê Soma Ferhad ve hatin xwendin. Di her du peyaman de jî Newroza îsal bi ruhê serketina Garê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedaniya zîndanan, têkoşeran, malbatên şehîdan, jinên azadîxwaz û welatparêzan bi taybetî yên bajarê Kerkûkê hat pîroz kirin. Her wiha hate gotin ku Newroz îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêkhatina yekrêzî, aştî û bihevre jiyanê, dîsa bibe wesîleya yekrêzî û yekîtiya netewî ya jinan. Her wiha li ser navê beşdarên Mexmûrê dayîka Helîme jî axivî û wê jî bi heman hêviyê Newroz pîroz kir.

Piştî peyaman hunermend Jîna Seqizî derket ser dikê û bi berhemên xwe re girseya amade coşand.

Piştre Muhemed Ebdullah peyama Hevserokatiya Giştî yê Tevgera Azadî bi heman hêvî û daxwazên peyamên din pêşkêş kir.

Di dawiyê de her du hunermend Berheme Şemamî û Diyar Elî stranên şahiyê gotin û girse li ber wan heya derengê êvarê govend gerandin.

Çalakî bi qêrîna dirûşmeyan bi dawî bû.