Li Kerkûkê ‘Komploya Navnetewî’ bi çalakiyan hate protestokirin

Li Kerkûkê komîteya amadekar a çalakiyên 15’ê Sibatê bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” li avahiya Tevgera Azadî rêze çalakî lidar xist. Di çalakiyan de komploya 15’ê Sibatê hate protesto kirin.

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê 20’emîn salvgera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê bi çalakiyan hate protesto kirin. Komîteya amadekar a çalakiyên 15’ê Sibatê destpêkê sînevîzyona ku qala jiyan û xebata Rêber Apo dike, nîşan da. Piştre daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û endamên hazir ji bo Rêber Apo rojî girtin.

Daxuyanî ji aliyê Amed Kerkûkî ve hate xwendin û wiha tê gotin; “Bi mîsogerî wê îradeya berxwedana gel serbikeve. Em 20’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê sibatê bi tundî şermezar dikin. Çawa ku di destpêka berxwedana dîrokî de em li dijî komployê derketin îro jî bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” li dijî hemû cûrên komployan derbikevin.

Em dikevin sala 21’an a komploya navnetewî. Rêber Apo bi berxwedanekî bêhempa komplo vale derxist û niha jî tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Li zindanan û her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Nasir Yagiz grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdê destpê kirin.

Em ‘komîteya amadekar a çalakiyên 15’ê Sibatê’ berxwedana mezin a gelê me ya bi pêşengiya ‘Leyla Guven û Nasir Yagiz’, berxwedêrên grevan û girtiyên siyasî bi nirx û pîroz dibînin. Em hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin. Li vir em radigihînin ku ti qedexeyek nikare pêşiya çalakiyên me yên ji bo şermezar kirina komploya 15’ê Sibatê bibe asteng.

Em bang li gelê me, kesên welatparêz û hêzên demokratîk ên li hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê dikin ku beşdarî çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo bibin û komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin. Em bang li gelan dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana grevê birçîbûnê, ji ber ku grevên birçîbûnê îradeya berxwedanê ye. Berxwedan jî jiyana azad e û bi mîsogerî wê berxwedana gel serbikeve.”