Li Kerkûkê ji bo gerîlayê HPG’ê Gabar konê sersaxiyê hate vedan

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê ji bo gerîlayê HPG’ê Goran Mehemed ê bi nasnav Serkeft Gabar ê 2’yê Tebaxê li Şirnexê şehîd bibûn konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan kes tevlî merasîma konê sersaxiyê bûn.

Bi tevlîbûna sedan welatî û malbata şehîd li bajarê Kerkûkê ji bo gerîlayê HPG’ê Goran Mehemed (Serkeft Gabar) ê 2’yê Tebaxê di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a de li Şirnexê şehîd bibû ji aliyê Saziya Şehîdên PKK’ê ve konê sersaziyê hate danîn. Nûnerên Tevgera Azadî ya Kerkûk, Eniya Demokrasî û gel û gelek welatî li nava konê sersaziyê amade bûn.

Di konê sersaziyê de Ehmet Mehemed axivî û diyar kir ku ew bi Serkeft bilind in û got: “Li her cihê ku êrîşek li ser gelê Kurd hate kirin Goran li wir bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kerkûkê kir jî Qendîl berê xwe da Kerkûk û li vir şer kir, her wiha dema li Bakurê Kurdistanê jî şer bû, bi heman awayî berê xwe da bakur.”

BI GORAN SERBILIND IN

Dayika Şehîd Goran Mehemed Fatme Qadir jî axivî û got: “Goran ne tenê lawê min bû, bû lawê her çar parçeyên Kurdistanê. Serê min bi Goran bilind e ku di rêya azadiyê û ji bo xaka Kurdistanê şehîd bûye.”

ENDAMEKÎ AKTÎF Ê CIWANÊN WELATPARÊZ BÛ

Goran Mehemed (Serkeft Gabar) sala 2011’an li bajarê Kerkûkê nava xebatên Ciwanên Welatparê kar û xebat dikir. Beriya tevlîbûnê bi qasî 2 salan wek çalakvanekî sivîl û muzîkjenekî ji bo ciwanan kar kir. Goran di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Goran Mehemed li eniyên Mexmûr û Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Piştî demekê birîndar dibe û piştî ku tedawiya wî diqede cardin berê xwe dide Bakurê Kurdistanê.