Li Kerkûkê ji bo balkişandina ser koçkirinê, şanoyek hat nîşandan

Koma Şanoyê ya Ayende (Pêşeroj) li bajarê Kerkûkê bi nîşandayina şanoya kolanê bal kişadin li ser pêla koçberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê.

Li taxa Şûrce ya bajarê Kerkûkê Koma Şanoya Ayende ku ji şanokarên ciwan pêk tê, îro saet 16:00’an ji bo balê bikişînin ser pêla koçkirina xelkê Başûrê Kurdistanê şanoyeke kolanî nîşan dan.

Di şanoya ku pêşkêşkirinî de îşaret bi pirsgirêk û sedemên ku kiriye xelk neçarê koçkirina ji welat bike û pena bibe welatên biyanî ji bo jiyaneke aram bi dest bixe û ji bo ku pêşerojeke ronî ji bo xwe misoger bikin welat diterikînin, ji ber ku li vî welatî ti hêviyek nemaye.

Şanokar Beşdar Syîd ku di şanoyê de rolê bavê xwe yê koçkirî dileyîst, têkildarê şanoya ku nîşan dan ji ANF’ê re axivî û got, “Em wek Koma Şanoyê ya Ayende li bajarê Kerkûkê me şanoyek bi navê ‘Koça Çirayan’ li kolanê pêşkêş kir. Şanoya me îşare bi wan kesan dike ku ji jiyan û rewşa vî welatî bêzarin û koç dikin e.”

Derbarê armanc û peyama şanoyê jî Seyîd da zanîn; “Peyama me ya di vê şanoyê de ev bû ku yên welat diterikînin ne ji ber welatê xwe hesnakin e belku ji neçarî welat diterikînin. Ew welatiyên ku neçar mane welat biterikînin êdî hêza wan ya xwe li ber zehmetiya jiyanê ya li vî welatî nemaye, lewma ji bo dabînkirina jiyaneke baştir amade ye ber bi çarenûseke ne diyar koç bike û li ser sînorên welatên biyanî bi astengî û zehmetiyên mezin ve rû bi rû bimîne.”

Şanokarê ciwan Beşdar Seyîd destnîşan kir ku wan di şanoyê de rolê berpirsan yên li hemberî welatiyan bêxem in jî bikar anîne û wiha dirêjî da axaftinê xwe; “Di vê şanoyê de me cih da rolê berpirsên hikumetê ku nîşan bidîn bê ka berpirsên heyî li hemberî mirovên welatê xwe çiqasê bê xemin û bi xwe timî li cihên germ û xweş dijîn û welatî jî di vê sermaya li ser sînorê welatên biyanî de dijîn ji bo bigihîjin jiyaneke baştir; bi şev berpirs derdikevin televîzyonê û daxwaz ji gel dikin ku welat neterikînin û di heman demê de haya wan ji rewşa xirab ya welatiyan nîne.”

Şanokar Seyîd bi van gotinan dawî li axaftinê xwe anî; “Xelk haya wan ji rewşê heye, lê me hewlda rewşa koçberên Kurd yên li ser sînoran in bi nîşandayina vê şanoyê vebêjin da ku gel ji nêzîk ve ji rewşa koçberên Kurd agahdar bibin. Niha bi rastî jî em ji pêşerojê ne geşbîn in, heya sala 2013’an gelê me yên li welatên biyanî bi domdarî vedigeriyan welat, lê ji wê salê û şûnde gel berdewam ber bi welatên derve koç dikin. Niha koçkirina weke pêl ya ji bo terikandina welat didome, ji ber wê pêwîste berpirsên hikumetê li xwe wqegerin da ku koçkirina gel dewam neke û nebe sedemê valakirina welat.”