Li Kerkûkê ji aliyê zarokan ve pêşangeha wêneyan hate nîşandan
Li pirtûkxaneya giştî ya bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdsitanê bi wêneyên 10 zarokan pêşangehek a wêneyan hate nîşandan.
Li pirtûkxaneya giştî ya bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdsitanê bi wêneyên 10 zarokan pêşangehek a wêneyan hate nîşandan.
Di pêşangehê de wêneyên ji aliyê zarokan ve hatibû çêkirin û cîhana xweşik a zarokan hate nîşandan.
Rêveberiyê pêşangehê Azad Mihemed ji ANF’ê re axivî û got; “Armanca vê pêşangehê şikandina bûyerên piştî 16’ê Cotmehê ye. Ji bo durketina ji bûyerên siyasî û ramyarî pêşangeh hate nîşandan. Ev pêşangeh ji aliyê min û alîkariya Ehmed Banî Xêlanî û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan beşê Kerkûkê ve hatiye amade kirin.”