Li Kerkûkê hunermend Qadir Merdan hate bibîranîn
Li Kerkûkê di roja duyemin a hefteya rewşenbîrî û hunerî de, hunermend Qadir Merdan li hola rewşenbiriyê hate bibîranîn.
Li Kerkûkê di roja duyemin a hefteya rewşenbîrî û hunerî de, hunermend Qadir Merdan li hola rewşenbiriyê hate bibîranîn.
Hempîşeyên Qadir Merdan beşdarî merasîma bibîraninê bûn. Kesên beşdarî merasîmê bûyîn qala jiyan û berhemên hunerî yên hunermend Qadir Merdan kirin. Piştre sînevîzyoya ku qala jiyana hunermend Qadir Merdan dike hate nîşandan.
Di dawiya mersîmê de hunermendê bajêr Riwanîn Dilşad ji bo bîranîna hunermend Qadir Merdan stran strî.