Li Kerkûkê gel ji bo Ocalan di çalakiya nobedê de ne

Konê ku li Kerkûkê ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hate vedan, ji aliyê gelên herêmê ve eleqeyek mezin tê nîşandan.

Çalakiya nobedê ya ku li Baxçeyê Kelê li Kerkûkê ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku wê du rojan bidome, bi aktivîteyên cuda cuda didome. Di çalakiya nobedê ya ku di pêşengtiya Tevgera Azadî, Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ve li Baxçeyê Kelhê hatî despêkirin de, di tevahiya rojê de welatiyên Kurd, Ereb, Tirkme ên li Kerkûkê dijîn serdana konê ku hatî vedan kirin.

Di çalakiya nobedê ya eleqeya gel jêre zêde bû de, têkildarî mijarên cuda semîner hatin dayîn. endamê Melîsa Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê Omer Hacî Hisên ê di semînera ku qala azadiya Ocalan a ji bo gelê herêmê dihate kirin de axivî, diyar kir ku bi girtina Ocalan re weke ku kelepçe li gelê herêmê hatiye xistine. Hacî Hisên destnîşan kir ku Rojhilata Navîn di demekî pir hesas û bi êş re derbas dibe û dixwazin gel li hev bidin şerkin. Hacî Hisên got: “Enceq ev şerê di nava gelan de bi saya netewa demokratîk û felsefeya civaka demokratîk a Ocalan bê bidawîkirin.

Di çalakiya tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hate qîrkirin de, ciwanan li ber tembûr û erebaneyê govend gerandin. Her wiha di çalakiyê de têkildarî axaftinê Ocalan û beşek jî dîmenên wî bi awayê sînevîzyon hate nîşandan. Di çalakiyê de eleqeyek mezin a gel ji bo parêznameyên Ocalan ê ku bi Soranî û Erebî hatibûn werêgêrkirin hebû.

Çalakiya kon a ku tevahiya rojê bi aktivîteyên cûr be cûr dom kir, wê sibehê bi meşa ku bê lidarxistin ve bi dawî bibe.