Li Kerkûkê êrîşek bi mayinê rû da
Li navçeya Daqoq a Kerkûkê, ji ber teqîna mayinê pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Daqoq a Kerkûkê, ji ber teqîna mayinê pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Daqoq a Kerkûkê, mayineke çeteyên DAIŞ'ê di dema derbasbûna tabûra pêşmegreyên ji Kurdên Kakaî de teqiya.
Qeymeqamê Daqoqê Emîr Xudakerem daxuyaniyek li ser mijarê da û diyar kir, 1 ji sê pêşmergeyên di êrîşê de birîndar bûn li nexweşxaneyê şehîd bû.
Emîr Xudakerem got, hêza pêşmerge ya ku êrîş lê hate kirin, tabûra pêşmergeyên Kakaî ye, ku herêma xwe diparast.