Li Kerkûkê êrîşa bombeyî

Li Kerkûkê, li hemberî depoya dengan bi wesayiteke bombebarkirî êrîş hate kirin. Ji ber êrîşê 20 kes birîndar bûn.

Êrîşa ku bi wesayiteke bombebarkirî hate kirin, li ser rêya Kerkûk-Bexdayê rû da. Ji ber teqînê, 20 kesên li ber depoya dengan bûn birîndar bûn.

Rêveberê Nexweşxaneya Kerkûkê Welîd Kerîm got, danê sibehê bi wesayiteke bombebarkirî li hemberî avahiya ku depoya dengan lê bû, êrîş hatiye kirin.

Kerîm diyar kir ku 20 wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûne û birîndar rakirine Nexweşxaneya Kerkûkê.

Wekî din, li nêzî gundê Mûbarek Ferhan ê li Diyalayê, dema wesayiteke sivîl derbas dibû teqînek li ser rê rû da. Ji ber teqînê 2 sivîl birîndar bûn.