Li Kerkûkê 6’emîn salvegera damezrandina Tevgera Azadî hat pîrozkirin

Şaxa Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê bi çandina daran 6’mîn salvegera damezrandina partiya xwe pîroz kir.

Îro êvarê li bajarê Kerkûkê, Şaxa Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê bi munasebeta pîrozkirina 6’mîn salvegera damezrandina partiya xwe li Taxa Îskan a bajêr dar çandin.

Derbarê berdewambûyîna Tevgera Azadî ya di kar û xebatên xwe yên di nava 6 salên bihorî de û hemû astengiyên ku ji aliyê desthilat ve ji bo Tevgera Azadî derxistine, Hevserokê Şaxa Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komel Sermed ji ANF’ê re axifî û ragihand: “Di serî de 6’mîn salvegera damezrandina Tevgera Azadî li hemû endamên partiyê pîroz dikim, di nava 6 salên bihorî de tevî wan hemû astengiyên mîna destgîrkirin û girtina ofîsên me ku ji aliyê desthilat ve pêk hatine me kariye kar û xebatên xwe bidomînin.”

Sermed di dewama axaftina xwe de tekez kir ku ew ê bi moralekî mezin kar û xebatên xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Em hêvîdar in ku bi heman ruhî ve em ê kar û xebatên xwe bidomînin, li ser bingehê siyasetek exlaqî civaka xwe hişyar bikin û bikarîn civakê bikîn civakekî azad. Îro ku 6’emîn salvegera damezrandina Tevgera Azadî ye me karî bi dehan daran biçînin û hewl bidîn çalakiyên jîngehparêzî yên bi vî rengî pêk bînîn.”

Komel Sermed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro me nêzî 40 şitlê daran li Baxçeya Şehîd Marif Berzencî ya dikeve taxa Îskan a bajarê Kerkûkê çand, di rojên pêşiya me de em ê li çend baxçeyên din ên giştî yên bajêr daran biçînin û berdewam bin.”