Li Kerkûkê 4’ê Nîsanê hate pirozkirin

Li bajarê Kerkûkê bi dirûşmeya “Rojbûna te rojbûna mirovatiyê ye” salroja li dayîkbûna Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Kerkûkê bi dirûşmeya “Rojbûna te rojbûne mirovatiyê ye” merasîmek ya pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Her tim ji bo pîrozkirina vê rojê li cihên giştî dar dihatin çandin, lê îsal ji ber metirsiya vîrûsa koronayê tenê li baxçeyên malan dar hatin çandin.

Merasîma pîrozbahiyê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo giyana şehîdan destpê kir û piştre dayikên şehîdan mûm pêxistin û dest bi çandina daran hate kirin.

Merasîm bi nîşandana sînevîzyona derbarê Rêber Apo ve bi dawî bû.