Li Kelar û Ranyayê komplo hate şermezarkirin

Li bajarê Kelar û Ranyayê yên Başûrê Kurdistanê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate protestokirin.

KELAR

Li navçeya Kelar a Germiyanê 18’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hat şermezarkirin. Meşa ku tevî baran dijwar saet 15:30’ê destpê kir, bi sedan kes tevlî bûn. Meşa ku ji Dibistana Amadeyî ya Şehîd Aram destpê kir, heta Parka Leyla Qasim dewam kir. Dirûşma ‘Barana diwjar nikare coşa Apocuyan xera bike’ hat qêrkirin.

Di meşa ji aliyê Komîteya Ji bo Ocalan Azadî ve hat amadekirin, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Tevgera Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK), Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê tevlî bûn.

Girseya ku li ber Parka Leyla Qasim kom bû, daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Cotyar Hasan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo li Îmralî ne tenê ji bo Kurdan fikir û felsefe afirand. Ji bo hemû gelan afirand. Sîstema ku hemû civak bi xwe rêveberiya xwe bikin ava kir. Civakekî exlaqî û polîtîk a bi pêşengiya ciwan û jinan ava kir.Di girtîgehê de jî Rêber Apo ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî û meşandina têkoşîna li çar parçeyan, xebat dike. Beşek ji komploya hêzên komploger heta niha gelê Kurd û ciwanan bi têkoşîna xwe vala derxistiye. Komplo bi azadbûna Rêber Apo re wê bi temamî vala bê derxistin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mamosta Hawrê Cebar ku axivî, ev nirxandin kir: “Di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd hedefkirin. Ji ber şoreşa Rêber Apo daye destpêkirin ji yên din cûdatire, ji aliyê dijminên Kurdan ve hate hedefkirin. Li dijî wî komplo pêk anîn. Rêber Apo ji ber jiyanekî demokratîk a bi pêşengiya jinê, pêşxistina têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya neteweya demokratîk pêşxist, hate hedefkirin. Gelê Kurd li dijî dijmina li herçar parçeyên Kurdistan û Ewropa rabû ser piyan û bi vî awayî komplo vala derxistin.”

Piştre jî li ser navê Tevgera Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) Zerya Mihemed ku daxuyaniya RJAK’ê xwend, ev tişt got: “Di kesayeta Rêber Apo de hemû gelê Kurd û jin hatin hedefkirin. Ji ber di kesayeta Rêber Apo de îdeolojî û felsefeya azadiyê heye. Ji ber Rêber Apo di fikir û felsefeya xwe de şideta li dijîî jinê qebûl nekir û li hemberî wê bêdeng nebû. Di nava hemû pêkhate û mezheban de wekhevî çêkir. Rêber Apo hemû pêkhateyên cuda yên li Rojhilata Navîn dijîn weke dewlemendiyê dît. Helwesta hemû gelên li herêmê, jin, ciwan û gelê Kurd a ji bo Rêber Apo îspata ku Ocalan Rêberê gelane.”

Li ser navê Hizbî Zehmetkêşên Kurdistanê jî, endamê hizbê yê rêberiya meclisa navçeya Kelarê Goran Rahîm axivî û di destpêkê de komplo şermezar kir û got, Ocalan ji bo hemû gelê Kurd îfadeyek mezine û wiha pê de çû: “Divê Ocalan bê azadkirin. Her wiha pêwîste Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî tenê ji aliyê Ocalan ve dikare çêbibe.”

Piştî daxuyaniyên hatin dayîn, dirûşmên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê û daxwaza azadiya ji bo Ocalan hatin qêrkirin.

RANYA

Îro êvarê li bajarokê Ranye navenda rêveberiya Raperîn, bi beşdarbûna sedan kesî meşeke girseyî ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê pêk hat.

Çalakî ji aliyê Tevgera Azadî, çalakên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê, hindek pêşmergeyên Dêrîn û kesayetên cuda yên deverê ve hate lidarxistin.

Di meşê de dirûşmên ‘Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok”, “ Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmralî” û “Em kîne, Apocîne” hatin qîrîn.

Ji ber mizgefta Seyîd Qadir heta baxê giştî yê nava bazara mezin ya Ranye meşiyan û piştre li ber baxê giştî, piştî deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Kurdistanê re daxuyaniya giştî ji aliyê endamê Komîteya amedekar yê çalakiyê Birêz Mihemed Emîn ve hate xwendin.

Birêz Mihemed Emîn di daxuyaniyê de got: “18 sal berê niha, di encama komploya navnetewî ya çetegeriyeke cîhanî de, 15’ê Sibata 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Kenya Naîrobiyê hate revandin û radestê dewleta Tirkiyê hate kirin.”

Mihemed Emîn diyar kir ku armanca hêzên komploger ew bû ku peymana Sykes-Pîcot û Lozanê bidomînin kû ev peymanane nexşe û dîzayneke nû ji bo Rojhilata Navîn diyar kiribû. Di encam de jî ne tenê îrade û biryarên gelê Kurd hatibû paşçavkirin, Kurdan bê statû hiştin û tenê qirkirina çandî û fizîkî kirin para Kurdan.

Mihemed Emîn wiha berdewam kir: “Komplogeran kesayeta Kurdê azad û tevgera azadî weke metirsiyek li dijî hegemonya xwe dîtin û ji hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd tirsiyan ku Rêber Apo hewldana vêya dida. Ji lewra bi rêya vê komployê hewldan Kurdê azad têk bibin yan jî bêbandor bikin da ku destwerdan li Rojhilata Navîn bikin û projeyên derve li herêmê bi cîh bikin.”

Mihemed Emîn herî dawî wiha got: “Îro di salvegera 18. de divê em ji hemû demê zêdetir asta têkoşînê bilindtir bikin. Raste komplo û komploger darbe xwarin û ta astek hatin vala derxistin, vale derxistina bi temamî bi azadbûna Rêber Apo û derketina wî ya ji zîndana girava Îmralîiyê re mîsoger dibe.”