Li Kandaharê bi hezaran kes li dijî Talîbanê meşiyan

Li Kandaharê bi hezaran kes li dijî plana Talîbanê ya ku wan bi zorê li malên wan derdixîne meşiyan.

Li bajarê Kandaharê yê Efganistanê, bi hezaran kes daketin qadan û plana Talîbanê şermezar kirin ku Talîbanê 3 roj da malbatên endamên berê yên artêşê ku sîsteya lê ne vala bikin.

Xwepêşandêr heta Walîtiya Kandaharê meşiyan û diyar kirin ku eger ew ji blokên 30 sal in lê ne bêne derxistin, devereke ku ew biçin nîne.

Hate ragihandin ku hejmara malbatên ku Talîban ji wan dixwaze ku malên xwe vala bikin derdora 3 hezar malbatî ye.

Jin jî di nav de 10 hezar kes tevlî xwepêşandana şermezarkirinê bûn.

Waliyê Kandaharê jî diyar kir ku heta mijarê bi rûspiyên herêmê re binirxîne biryara valakirinê bi rengekî demkî rawestandine.