Li Ipekyoluyê ‘xizmet’a qeyûmê jî dizîtî ye!

Qeyûmê navçeya Îpekyolu yê Wanê Cemîl Ozturk bi muxtaran pankarta ‘’ji ber xizmetan em malavayiyê dikin’’ da daliqandin lê diyar bû ku projeyên qeyûm hemû ji şaredariya DBP’ê hatine dizîn.

Qeyûm Cemîl Ozturk li taxa Cumhuriyetê li hemû kolanan bi muxtaran pankarta ‘’Ji ber xizmetan em malavayiyê li Cemîr Ozturk dikin’’ da daleqandin.

Qeyûm Ozturk gelek caran derdikeve pêşberî çapemeniyê û behsa xizmet û projeyan dike. Lê dema ku mirov sere sere lê bikole derdikeve holê ku xizmet û projeyên ku qeyûm behsê dike hemû projeyên şaredariya DBP’ê bne. Hevşaredarên DBP’ê Aygul Bîdav û Veysel Keser hemû tiştên ku niha qeyûm çêdike ji gel re hişkere kiribûn an jî biencam kiribûn. Niha jî qeyûm Ozturk van projeyan weke ku tiştên nû bin nîşan dide.

Qeyûm diyar kir ku ew ê  Park û Navenda Jiyana Sosyalê veke. Vê projeyê jî weke ku projeya wî be nîşan dide lê diyar bû ku ev proje 2014’an ji hêla Meclîsa Şaredariya Mezin û ya Îpekyoluyê ve hatiye qebûlkirin.

Her wiha Avaniya Xizmetê û Pirtûkxaneya Gel jî ku qeyûm pesnê xwe pê dide ku projeyên wî ne, projeyên dema Şaredariya DBP’ê ne.

Qeyûma navçeya Ipekyoluyê weke ku henekê xwe bi bîra gel bike navê Krêşa Zarokan diguguherîne û wê jî weke ‘projeyeke nû’ radigîhîne. Wêneyên krêşê yên ku di dema şaredariya DPB’ê de hatine girtin nîşan dide û weke ku projeya wî be dide nasîn.