'Li Îdir, Qers û Erdexanê ji sedî 70 wê dengê NA derbikeve’

Wekîlê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman got, gelên Îdir, Qers û Erdexanê ji pêşnûmeya destûra nû ne razîne û di referandûmê de wê ji sedî 70 bêjin NA.

Erdexan, Qers, Îdir ku li herêma Serheda Bakur in xwedî avaniyeke kozmopolît in. Kurd, Ezerî, Tirkmen, Karapapak, kêm jî be Laz, Gurcu li van deran dijîn. Di heman demê de bawer, mezhebên cuda jî hene. Li Serheda Bakur beriya niha jî HDP’ê pir destek dît, ji bo 16’ê Nîsanê jî kampanyaya ‘na’ zû da destpêkirin. HDP’ê 7’ê Sibatê bi civîneke gel a Îdirê kampanyaya ‘na’ da destpêkitin. Di nav vê çarçoweyê de wê li Qers û Erdehanê jî civînên gel werin danîn.

Wekîlê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman pêvajoya referandûmê ji ANF’ê re nirxand û got, li gel operasyonên siyasî, zext û zordariyên li ser partiya wan jî ew ê li xebatên hilbijartinê bidomînin û diyar kir gelê Serheda Bakur sedî 70 wê bibêje, Na.

‘REFERANDÛM WÊ ÇARENÛSA TIRKIYÊ DIYAR BIKE’

Adiyaman diyar kir guherîna destûrê tenê partiyekê, komeke baweriyê, nasnameyeke etnîk têkildardar nake û got, ‘’Referandûma 16’ê Nîsanê siberoja hemû gelên Tirkiyê têkildar dike. Bi kêmanî 50 salê pêş me têkildar dike. Sedema guherîna destûrê avakirina rejîma yek-zilamî ye. Sîstema ku li dinyayê mînaka wê nîn e û ku ew jê re ‘seroktiya bi rengê Tirk’ nikare bersivê bide pêdiviyên gel û baweriyên herêmê. Ji ber ku ev guherîn sûdê nade ti kesekî. Li ser her beşê civakê zextê çêdike û ji bilî beşekî diyar hemû beşên din li derve dihêle, ev destûr.’’

‘ŞÎA Û CAFERÎ DI REFERANDÛMÊ DE WÊ BIBÊJIN NA’

Adiyan li ser avaniya herêma Serheda Bakur sekinî û got, ‘’Îdir bi giranî ji Kurd û Ezeriyan pêk tê. Azerî Şîa û Caferî ne. Berê Ezerî bi giştî rastgir bûn. Di hilbijartina dawî de dane AKP’ê. Di vê sal û nîva dawî de nêzîkatiya mezhebî, selefî ya AKP’ê wiha bû ku bi çavê şeytanan li Şîa- Caferiyan nerî. Di serî de Erdogan, rayedarên dewletê ev hişkere kirin. Vê nêzîkatiyê di nav Ezeriyên Caferî de rê li ber nerazîbûnan vekir. Bi kêmanî bi qasî Kurdan, ez bawer im ku Caferî û Şîa jî wê kampanyaya na bi rê ve bibin.

Adiyaman diyar kir ku heman avanî li Qers û Îdirê jî heye û got: ‘’Li Qersê zemîna MHP’ê ji Şîa-Caferiyan pêk tê. Piştî ku MHP-AKP hevkarî kiri û ji ber gotinên AKP’ê yê vederker Rêveberiya Bajêr a MHP’ê ya Qersê gotin em ê ‘na’ bidin. Dewlet Bahçelî bi xwe rêveberiya bajêr ji peywirê girt. Zemîna MHP’ê ya giştî jî ji Şîa û Caferiyan pêk tê.

‘LI GEL ZEXT Û ZORDARIYAN JÎ EM Ê XEBATÊN REFERANDÛMÊ BIKIN’

Adiyaman diyar kir ku di pêvajoya Rewşa Awarte de ew diçine hilbijartinê û got: ‘’Em ne xerîbê vê pêvajoyê ne. Em weke partî, ji salên 90’î ve, di her hilbijartin û referandûmê de li ser me zext û zordarî, operasyonên siyasî çêbûne. Şertên ku niha em tê de ne ji Rewşa Awarte wêdetir in. Li Kurdistanê rêveberiyeke jidiyayî heye. Lê di vê mijarê de em xwedî tecrûbe ne.

Adiyaman herî dawî got: ‘’Em ê bi gel re têkilî deynin, mal bi mal, gund bi gund, tax bi tax civînan çêbikin. Di nav gel de bihistyariyeke zêde heye. Medyaya alîgir sansûra xwe ya li ser me didomîne. Lê alternatîfê vê, li ser medaya civakî girsyek heye ku dixwaze dengê me berbelav bike. Ango em hewl didin ku derfetan bi kar bînin.