Li Hezroyê dayîk û bav li gel zaroka du salî destgîrkirin!

Leşkerên li Hezroyê gule li malekê reşandin û avêtin ser, Yahya Tekîn li gel hevjîn wî Mulkiye Tekîn û zaroka wan du salî ku bi navên Roza Tekîn destgîrkirin. Kesê bi navê Abdullah Daşlik jî di serdegirtina malek din de hate destgîrkirin.

Leşker serê sibê bi ser gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezro ya Amedê de girt. Navenda gund ji aliyê helîkoptêran ve hat bombebarankirin. Li herêmê şerê dijwar qewimîn.

GULEBARAN KIRIN, SERDEGIRTIN, QURAN AVÊTIN ERDÊ

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, yekîneya leşkeran destpêkê derdora avahiya malbata Tekîn ve girt û piştre gulebaran kir û ketin hundirê malê. leşkeran malê serûbin kir û piştre Yahya Tekîn, hevjîna wî Mulkiye Tekîn û zaroka wan a 2 salî Roza Tekîn destgîrkirin. Di dîmenên hatin kişandin de li dîwarê malê şopa guleyan xuya dike û di kêliya destgîrkirinê de Qûrana Kerîm a di destê Mulkiye Tekîn de ji aliyê leşkeran ve tê qelaştin û davêjin erdê.

Hat zanîn ku leşkeran avêtine ser malek din û welatiyê bi navê Abdullah Daşlik destgîrkirine.

Heyeta ji HDP’ê pêk tê derbasî gund bû û li gund lêkolînan pêk tîne.