Li Hezexê gel herikî qada Newrozê

Li Hezexê, Newroz bi coşeke mezin, bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" hate pîrozkirin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê Newroz bi dirûşma "Dem dema serketinê ye" bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li be avahiya HDP'ê ya Hezexê hate lidarxistin û li gel endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, Hevseroka HDP'ê ya bajêr Sabûha Akdag, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Hevşaredarên Hezexê bi hezaran kes tevlî bûn.

Di pîrozbahiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em ê bi berxwedane bi ser bikevin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.

Bi navê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê HDP'ê yê Hezexê Ahmed Îdem axivî, xelkê Hezexê nîşan da û destnîşan kir ku li gel zext û zordariyê jî dest ji têkoşîna xwe berneda.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo Kurdan û destnîşan kir ku têkoşîn her roj bêhtir mezin dibe.

Huseyîn Kaçmaz got, "Eger çareseriya pirsgirêka Kurd tê xwestin, muxatab Birêz Ocalan e" û destnîşan kir ku çareserî li Îmraliyê dibe.

Piştî qisekeran Koma Hezex, Grûp Mûnzûr û Agît Işik derketin ser dikê. Piştre jî Hîvron hunera xwe pêşkêş kir.