Li Hewlêrê teqîn: 3 kes birîndar bûne

Li Hewlêrê di encama teqîna depoyek a cebilxaneyan a aîdê hêzên Zêrevan de, 3 pêşmerge birîndar bûn.

Li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdsitanê, di depoyek a aîdê hêzên Zêrevan de teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên ketin dest, di teqîna tepya li ser Rêya Newrozê pêk hatî de, 3 pêşmergeyên ku ewlekariya depoyê digiritin birîndar bûne.

Piştî teqînê ambûlans û tîmên agirkujiyê çûn herêmê, birîndar rakirin nexweşxaneyên derdor. Piştî teqîna ku hê nayê zanîn ka bê çawa pêk hatiye û şûnde Waliyê Hewlêrê Newzed Hadî çû cihê bûyerê, anî ziman ku bûyer ne di encama ti êrîşan de qewimiye.

Xebatên vemirandina şewatê ya di depoya ku hê jî dengê teqînên biçûk tên dewam dike.