Li Hewlêrê selfiya beriya êrîşê!

Yek ji êrîşkarên ku duh bi şev bi çekan avêtin ser Parlamenta Herêma Kurdistanê, bi kuştinê gef li parlamenteran xwarin û li nûçegihanan dan, beriya êrîşê bi şêwirmendê Barzanî Hemîn Hewramî re selfî kişand û di medya civakî de par ve kir.

Di rûniştina duh a Parlamenta Herêma Başûrê Kurdistanê de, ku betalkirina sîstema Serokatiyê hate nirxand, komeke çekdar avêt ser parlamentê û êrîşî parlamenter û nûçegihanan kir. Yek ji êrîşkarên vê komê, beriya êrîş bike bi şêwirmendê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî Hemîn Hewramî re li ber avahiya paramentê selfî kişand û ev wêneyê xwe jî di medya civakî de weşand.

Êrîşkarê bi navê Arî Fares, selfiya bi Hewramî re li ber avahiya parlamentê kişand, di ser hesabê xwe yê Facebookê de par ve kir.

Kesê bi navê Arî Fares ku kincê pêşmergeyan lê ye, ji bo vî wêneyê bi Hewramî re kişand ev tişt nivîsand "Min û birayê min Hemîn Hewramî me biryar dan, em ê her kesên bi navê Rabûn rezîl bikin" û wêne li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand.

Ev kesê navborî di parvekirina xwe de wiha nivîsand: "Em niha li ber parlamenta li Hewlêrê disekinin. Em li bendê ne ku parlamenterê bê şeref Rabûn Marûf derkeve derve. Eger bikeve destê me, Xwedê jê stend."

Ji hesabê Facebookê, wêne û parvekirinên Arî Fares tê fêhmkirin ku ev kes pêşmergeyekî PDK'ê ye.

Êrîşa duh bi şev a li ser Parlamenta Herêma Kurdistanê, xetriya 'birakujiyê' careke din nîşan da û li hemberî vê yekê welatiyan li ser hesabên xwe yên medya civakî bi navê "Na ji birakujê re" dest bi kampanyayê kirin.