Li Hewlêrê rojnamevanek hate qetilkirin

Pêşkêşvanê bernameya KurdSat Tv yê Soran Saqizî li Hewlêrê hate qetilkirin. Polîsên Hewlêrê ji bo mirina Saqizî gotin “xwekuştin” lê KurdSatê got: “Tiliya hêzên tarî” têde heye.

Pêşkêşvanê bernameya “Seyrul Sefer” ê televîzyona KurdSat Tv yê duh li Hewlêrê hate kuştin. Li gorî çavkaniyan Saqizî duh bi şev li Hewlêrê li restoranta xwe ji aliyê kesên nasnameya wan nehate zelalkirin, bi çekê hate kuştin.

Têkildarî mirina Saqizî agahiyên zelal nehatin bidestxistin û Berpirsê Polîsan ê Hewlêrê Ebdulwadir Telet diyar kir ku Saqizî ji ber deynan xwe kuştiye. Lê rêveberiya KurdSatê daxuyaniyek belav kir û got: “Di mirina pêşkêşvanê de, hin tiştên tarî hene”.

Xeta Duhok, Zaxo û Hewlêrê ya ku PDK lê serdest e, pêkutiya li ser rojnamevanan her dem tê rojevê. Di 13’ê Tebaxa 2016’an de nûçegîhanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî û di 2’ê Cotmeha 2016’an de nûçegîhanê KNN’ê Şûkrî Zeynedîn li Duhokê hatibûn revandin û bi êşkenceyê hatibûn qetilkirin.