Li Hewlêrê muşahîtek hate revandin, êşkence lê hate kirin

Li Başûrê Kurdistanê roja Yekşemê dema ku hilbijartinên parlementoyê dihat kirin, hate ragihandin ku li Hewlêrê muşahîdek ji aliyê PDK’ê hatiye revandin û êşkence lê hatiye kirin.

Li gorî nûçeya NRT’ê roja Yekşemê muşahîdê Nifşê Nû yê li Hewlêrê Harûn Nasih ji aliyê asayîşa PDK’ê hatiye revandin.

Nasih diyar kir, dema ku wî dît di hilbijartinê de hîle tê kirin wî îtîraz kiriye û asayîşa PDK’ê ew revandiye û ew birine cihekî ne diyar.

Nasih bal kişand ser vî tiştî ku li vê derê êşkence li wî hatiye kirin û piştî gefa kuştinê ew hatiye berdan.

Di wêneyên Nasih de tê dîtin ku êşkenceyeke giran li wî hatiye kirin. Li gorî nûçeyê Nasih li nexweşxaneya Hewlêrê tê tedawîkirin.