Li Hewlêrê 4 HDP’yiyên hatibûn destgîrkirin, hatin berdan

4 Rêveberên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ji aliiyê Asayîşa Hewlêrê ve hatin destgîrkirin. HDP’yî piştre bêyî ku hincetek were nîşandan hatin berdan.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, 4 rêveberên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê dema ku ji Ranyayê vedigeriyan Hewlêrê li nuqteya kontrolê ya ketina Hewlêrê de ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatin destgîrkirin.

Diyar bû kesên hatine destgîrkirin Mizgîn Arî, Muzzeyen Guneş, Abîd îke û Abdûrrahman Sevgat e. Mizgîn Arî ragihand ku hinceta destgîrkirinê nehate diyar kirin. Rêveberên HDP’ê piştî ku birîn Navenda Asayîşa Hewlêrê hatin berdan.

Zextên yekîneyên ewlehiyê yên PDK’ê li dijî HDP’ê di van rojên dawî de zêde bûn û ev jî balê dikêşe ser xwe.

Roja 21’ê Tebaxê endamê HDP’ê  dema ku bi rêyên fermî dixwest di deriyê sînor ê Hecî Umran ê di navneyan Başûr û Rojhilat re biçe bêyî ku hincetek were nîşandan hatibû destgîrkirin.  Sevda beriya 5 salan ji ber dozên siyasî yên li Tirkiyê lê vekiribûn hatibû Başûrê Kurdistanê.

Asayişa Hewlêrê 1’ê Tebaxê bang li endamê HDP’ê Mehmet Vefa Kocakli kiribû û ew destgîr kiribû. Kocakli beriya bi 20 rojan hatibû destgîrkirin, vê 21'ê Tebaxê dersînorî Rojava hate kirin. Hate qedexekirin ku Kocaklî bikeve Hewlêr û Dihokê.