HEWLÊR
Îro li ber Parka Şanedar a bajarê Hewlêr ji bo şermezarkirina tecrîd, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
Hêzên asayişa Hewlêr destwerdanê çalakiyê kirin û girseya gel ji cihê daxuyaniya çapemeniyê dûrxistin. Lê girseyê tevî mudaxeleyê jî daxuyanî dan, daxwaza azadiya Ocalan kirin û her wiha piştgiriya xwe ya ji bo welatiyên bajarê Kerkûkê anîn ziman.
DERBENDÎXAN
Bi heman armancê îro li bajarokê Derbendîxan ê girêdayî Silêmaniyê jî meşek hate lidarxistin. Girseya ku ji ber Geracê Hûrênewe meşiyan heta ber Qeymeqamtiya bajarok çûn û li vir daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Daxuyaniya çapemeniyê de peyama Tevgera Azadî ji aliyê Ebdulwehab Ehmed ve ku hate xwendin, wiha hate gotin: “Pêş 18 salan her di vê mehê de komployek navnetewî û desteka heman hêzên navxweyî Rêberê Gelê azadîxwaz Rêber Apo hate girtin. Zêdetirê 5 sal in tecrîtek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em ji gelê xwe, hêzên siyasî û rêxistinên sivîl daxwaz dikin dest bidin hev û komployê vala derbixin. Her wiha êrîşên dagirkeran ên ser Kerkûkê vala derxin. Ji bo wê jî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin.”