Li Heskîfê jineke 77 salî hate qetilkirin
Li navçeya Heskîfê ya Êlihê ciwanekî bi navê Eyup Yel piştî ku Emîne Tûnç a 77 salî qetil kir, dawî li jiyana xwe anî.
Li navçeya Heskîfê ya Êlihê ciwanekî bi navê Eyup Yel piştî ku Emîne Tûnç a 77 salî qetil kir, dawî li jiyana xwe anî.
Kesê bi navê Eyûp Yel (26) li navçeya Heskîf a Êlihê bi îdiaya nelihevkirina ser erd bi ser mala Îzzet Tunç de girt. Faîl, dayika Tunç a 77 salî Emîne Tunç a li malê qetil kir û piştre jî xwe kuşt. Piştî bihîstina dengê çekan, cendirme û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin.
Piştî lêkolînên ewil, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.