‘Li Heskîfê dîrok û bîr tê hilweşandin’

Parêzvanên jiyanê li Heskîfê hatin gel hev û gotin ku “Heskîf hêviya me ye, hûn nikarin hêviya me bi dînamîtan hilweşînin.” Di çalakiyê de hat diyar kirin ku wê ji 10 hezar kesan zêdetir ji neçarî koç bikin.

Li ser banga Hewldana Jiyandina Heskîfê parêzvanên mafê jiyanê, hunermend, nûnerên rêxistinên demokratîk, nûnerên partiyên siyasî jî di nav de nêzî 56 komeleyên derdorê li Heskîfê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek welatiyên parêzvanên mafên mirovan ku ji Stenbolê jî hatin, bi minasebeta 2'emîn salvegera Roja Heskîfê ya Cîhanê  bi hişyariya “Em bûn av, li Heskifê tên cem hev" civîna çapemeniyê li dar xistin.

Di milê din bi heman armancê li Silemaniyê, Roma, Barcelona, Bilbao, Brighton, Cenevre, Berlîn, Hamburg, Frankfurt, Hannover, Munih, PortTownsnd jî di nav de li 13 bajarên cuda yên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Nûner û rêveberên Rêxistinên Demokratîk, Partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan ên li Heskefî kom bûn, li pêş Mizgefta Dîrokî ya El-Rizk çalakî pêk anîn. Parêzvanên mafên jiyanê di çalakiyê de pankarta "Bila projeya qatil raweste, bila Heskîf bijî" û "Rawestînin, bila Dîcle azad biherike, Heskîf bijî" vekirin.

‘DIXWAZIN ROJA GELÊ HERÊMÊ VEMIRÎNIN’

Li ser navê parêzvanên jiyanê Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ên Xwezayê Abdulhakim Taş, daxuyanî da. Taş, diyar kir ku Heskîf ne tenê di milê dîrokî de, di heman demê de di milê çandî û mîtolojik de jî pir girîng e û wiha got, “Di mîtolojiyê de dema Roj û agir tê azadkirin, agir bi avê nayê vemirandin. Li bendê dimînin ku xwe bi xwe vemire. Îro bi bendava Heskîfê, Heskîf di bin avê de te hiştin. Dixwazin Roja gelê herêmê bi Ava Çemê Dîcleyê vemirînin. Bi vê yekê pira di nava îro û paşerojê de wê bê qutkirin. Dîroka mirovahiyê ya 12 hezar salan wê tune bibe. Dîsa wê zêdeyî 10 hezar mirov ji neçarî koçber bibin.  Heskîf hêvî û pêşeroja me ye. Em destûrê nadin ku hêvî û pêşeroja me tarî bibe. "

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan jî bang li hemû kesan kir ku li gel şêniyên Heskîfê ji bo parastina Heskîfê têbikoşin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi çepikan bi dawî bû.