Li Heranê zilma DEDAŞ'ê naqede

Li navçeya Heranê ya Rihayê ku AKP'ê 98 ji sedî yê dengan wergirt, zilma DEDAŞ'ê naqede. Cotkarên ku dengê xwe dane AKP'ê dibêjin ku ew poşman in û ji zilma DEDAŞ'ê bêzar bûne.

Li Rihayê cotkar li hemberî birîna elektrîkê li ser piyan e. Li navçeya Heranê ya Rihayê ku di hilbijartinên sala 2018'an de AKP'ê bi rêjeya 98 ji sedî yê dengan bi ser ket, gel bang li parlamenterên AKP'ê kir ku îstifa bikin. Ji cotkaran Abdullah Altûndag ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew ji ber DEDAŞ'ê gelekî mexdûr bûne.

'DEDAŞ FATÛREYAN BI ZANEBÛN DINEPIXÎNE'

Altûndag diyar kir ku DEDAŞ fatûreyên elektrîkê bi zanebûn dinepixîne û bi rengekî eşkere diziyê dke. Altûndag diyar kir ku ew bi salane heman zilmê dibînin û di dema palehiyê de DEDAŞ'ê hem trafo rakiriye, hem jî fatûreya ji 10 hezar TL'î ji nişka ve kiriye 50 hezar TL. Altûndag got, "Tu bi şev û roj zeviyekî ji 100 donimî av bide jî fatûreya xwe ne ewqas e" û diyar kir ku kes vê îtiraza wan nabihîze.

Altûndag got, "Li Rihayê daîreyeke min heye. Tevî ku bi salane vala ye, kes tê de nîne û elektrîk nayê bikaranîn jî her meh fatûreya elektrîkê tê."

'COTKAR JI BER KU DENG DANE AKP'Ê POŞMAN IN'

Altûndag ê li Heranê dimîne diyar kir ku cotkarên deng dane AKP'ê poşman in û bi bîr xist ku li Heranê û Kaniya Xezalan bi taybetî ji bo çareserkirina pirsgirêka elektrîkê parlamenterên AKP'ê hatine hilbijartin, lê belê ew parlamenter ti carî nehatine cihê lê hatine hilbijartin. Altûndag bal kişand ser bêdengiya parlamenteran û bang li wan kir ku ji AKP'ê îstifa bikin.

'WELÊ LI ME HATIYE KU EM NIKARIN BIXEBITIN, BIJÎN'

Bavê 6 zarokan Altûndag ku debara malbata xwe 10 sal in bi cotkariyê dike, diyar dike ku ji ber qutkirina elektrîkê ew nikarin bixebitin û li malê bimînin. Altûndag ragihand ku rojê herî kêm 10 caran elektrîk tê birîn, nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û got, "Ez li rojavayê Tirkiyeyê jî mam, min ti carî bi vî rengî nedît ku elektrîk tê qutkirin. Dema ku em diçin DEDAŞ'ê ji bo gilî û gazinên xwe bikin, kes bi me re hevdîtinê nake."

Altûndag xwest her kes dengê wan bibihîze û dawî li vê zilmê bînin.