‘Li hemberî faşîzm û nokeriyê em têkoşînê geştir bikin’

Li Kerkûkê jî êrîşên li Şengal û Rojava hatin şermezarkirin. Di meş û daxuyaniya çapemeniyê de ya li Kerkûkê li hemberî nokeriya Tirkan banga têkoşînê li hemû Kurdan hate kirin.

Li Kerkûkê di meşê de ya ku ji Parka Kelehê heta taxa Şorîceyê girseyê dirûşmên“Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê faşîst” berz kirin û li taxa Şorîceyê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya li ser navê komîteya çalakiyê ya Kerkûkê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku bi van êrîşan dixwazin DAIŞ û Erdogan ji tasfiyeyê rizgar bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Erîş li destkeftiyên Kurdan hatine kirin” wiha hate destnîşankirin: “Erdoganê faşîst û dewleta Tirk enfalbûna Kurdan ji xwe re wekî peywir û mafekî meşrû dibîne. Divê hêzên navdewletî li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.”

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berdevkê pêşmergeyên PDK’ê, PKK’ê ji erîşan berpirs dibîne û ev tişt bêberpirsyarî û nokerî ye û got: “Saziya wezareta pêşmergeyan ji binî ve li jêr kontrola PDK’ê de ye. Divê hemû partiyên li parlemento û yên li derveyî parlementoyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û daxuyaniyên PDK’ê helwesta xwe diyar bikin. Her kes dizane ku dewleta Tirk dixwaze Başûr û Rojava dagir bike. Divê gelê me li her hera dinyayê rabin piyan û têkoşîna xwe geş bikin.”

Li Kerkûkê jî êrîşên li Şengal û Rojava hatin şermezarkirin. Di meş û daxuyaniya çapemeniyê de ya li Kerkûkê li hemberî nokeriya Tirkan banga têkoşînê li hemû Kurdan hate kirin.