Li hemberî atengiyên PDK’ê ciwan dest bi çalakiya rûniştinê kir

Ciwanan bi mebesta protestokirina astengkirinê li nuqteya kontrolê ya PDK‘ê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Meşa bi pêşengiya endamên Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Koyeyê ber bi Behdînanê ve destpê bû, li Dêgelê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat astengkirin.  Ciwanan bi mebesta protestokirina astengkirinê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Endamên Înîsiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, bi mebesta protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariyê PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji navçeya Koyeyê ya Hewlêrê ber bi Behdînanê ve dest bi meşê kirin. Gava ciwan gihîştin nuqteya kontrolê ya Dêgeleyê, hêzên PDK’ê nehiştin çalakger derbas bibin.

Ciwanan jî bi mebesta protestokirina astengkirinê li nuqteya kontrolê dest bi çalakiya rûniştinê kir.