Li Helebê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd ciwan meşiyan.

Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava a Helebê, bi mebesta şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Bakurê Sûriyê yên artêşa Tirk meşiyan.

Ciwan li taxa Şêxmeqsûd civiyan û bi postorên Ocalan, alayên YPG/YPJ’ê û bi pankartên ‘’Rastiya Şoreşê YPG-YPJ ye’’ û ‘’Bê Serok Jiyan nabe’ vekirin û dirûşm berz kirin.

 

Ciwan li kuçeyê bajêr meşiyan, li xaçerêya taxa Hulîk hatin cem hev. Li vir li ser navê Meclîsa Yekîtiya Ciwanên Rojava Mehmûd Mihemed axivî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got, ciwanên Bakurê Sûriyê wê ji bo azadiya Ocalan têkoşînê geş bikin.

Piştre Endama Yekîtiya  Jinên Ciwan Rojîn Qelendir axivî, êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Şehbayê de şermezar kir û got ew ê li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Ciwanên dirûşmên kup ê girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan didin berz kirin.