Li Heftanînê stran didomin

Çar meh berê di Cenga Heftanînê de şervanan stranek dabûn destpêkirin û didomandin. Ev ceng û stran hê jî didomin.

Qîrîna Ristem Cûdî ya li Xantûrê bînin bîra xwe. Goranê mêrxas û rêhevalên wî bi heyecana ‘Bêrîtanê’ dest pê kiribûn. Bi heman kelecan û baweriyê didome.

Gerîla Cûdî Çekdar ji Cizîrê ye. Cizîra ku di zivistana 2016’an de fedakariya gel û baweriya ciwanên Kurd a ji bo azadiyê hatibû dîtin. Cizîra ku her dem bi berxwedanê dihat naskirin. Gerîla Cûdî wê demê tevî malbata xwe li Cizîrê dijî û bûye şahid ku ruhekî azad dikare çi bike. Kêliyekê dema wisa sekinî got “Min ev stran ji berxwedêrên Cizîrê re jî got. Cizîr dijminên xwe gelekî baş nas dike û ez jî van zaliman baş nas dikim. Ji ber vê divê em nehêlin ku ew me bikujin.” Di wê pêvajoyê de biryar daye ku bigihêje çiyayan. Niha li Cenga Heftanînê tola rêhevalên xwe distîne.

Dema hat ba me westiyabû.Her sibeh diçe keşfê, dijmin dişopîne. Di serê nenûkên wê de ax, li ser rûyê wê jî rengekî reş û qehweyî yê ax û barûdê heye.  Li ser eniya wê û li nîveka du gepên wê. Ji min re dibêje “Ma em çi bikin, şer e, normal e. Ev ne qirêjî ye, ev ax e.” Dûrbîna wê di stûyê wê de ye û di destan de jî çeka wê. Rûdine û qala bûyeran dike. Piştî ku enerjiya xwe li hemû kesî belav dike hevalên wê dibêjin “Tu dizanî dengê Heval Cûdî gelekî xweş e, ka bila stranekê bibêje.” Piştî vê gotinê ew gerîlaya jin a enerjîk diçe. Di dengê wê de zelalî û tovrindî heye.

Wexta stran got, li her derê nihêrî. Berê serê xwe xwar kir, piştre dia kir ku bila ev ax rêhevalên wê biparêze. Di wê stranê de rêhevalên xwe yên nemir bi bîr anî û got “Hûn çûn lê em ê piştî we bidomîn, bila çavê we li dû me nemîne.” Piştre berê xwe fitiland li asîmanan nihêrî, hemû rêhevalên xwe hembêz kir. Mazlûm Cûdî yê ku dema çav li dijmin ket got “Ez ê ne bi teknîka xwe, ne bi fîşeka te şehîd bikevim”, Mizgîna ku li Pîrbûlayê bi bombeyên di destê xwe de êrîşî dijmin kiribû, bi bîr anî.  Rêzanê dengxwe, Zendaya rûye wê wekî Zagrosê, Xebat, Peyman, Serdar, Reşat, Evîn, Zeynep, Hozan bi bîr anî. Ji ber ku ew li her dera jiyanê bûn. Li dora xwe dinihêrî, ew didît û dîsa ew bi bîr dianî.

Gerîla Cûdî Çekdar dizane ku jibîrkirin îxanet e. Ev ceng bi stranan dest pê kiribû û bi stranan didome.