Li Heftanînê gelek dagirker hatin cezakirin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di çarçoveya Cenga Heftanînê de çalakî li dar xistin û gelek dagirker ceza kirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gelek çalakî li dar xistine.

Derbarê çalakiyan ev agahî hate belavkirin:

“Di 10’ê Mijdarê de saet di 08.30’an de li Girê Xaç a Qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkeran çalakiyek hatiye lidarxistin. Dema ku komek dagirker di çeperekê de kom bûne, hêzên me li wan dan. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin û çeper jî hate îmhakirin.

Di 10’ê Mijdarê de li dijî Girê Îndîrme ya Xantûrê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê hate lidarxistin. Li vê derê dagirkerek hate cezakirin.

Piştî van her du çalakiyan artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran li dora qada çalakiyê dane.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku balefirên şer ên Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine û got, “Di 7’ê Mijdarê de saet di 15.50’an de dora gundê Şêhê ya Garê, di 8’ê Mijdarê de saet di 11.50’an de dora gundê Lewcê ya Qendîlê, di 9’ê Mijdarê de saet di 19.00’an de qada Kolîtê ya herêma Xakurkê hatiye bomberdûmankirin.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di van êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên wan nehatiye.