Li Heftanînê çalakiya tolhildanê: 3 dagirker hatin cezakirin -NÛ BÛ

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 23'ê Adarê li Heftanînê di şer de şehîd bûn eşkere kir. HPG'ê diyar kir ku li heman qadê roja 25'ê Adarê ji bo hilanîna tola 3 gerîlayan çalakî hatiye kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"23'ê Adara 2021'ê, hêzên me li qada Bektorya ya herêma Heftanînê ji du baskan veli dijî dagirkerên li ser Girê Koordîne çalakî kirin. Hevrêyên me Mîrza, Bêrîtan û Jînda ku ji nêz ve li dijî dijmin şer kirin, bi lehengî gihîştin asta şehadetê.

Gelê me yê Botanê yê welatparêz, ku ji ber polîtîkayên koçberkirin û şewitandina gundan bi destê dewleta Tirk a faşîst, neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike, ti carî dest ji berxwedanê û nirxên xwe berneda, her tim li dijî dewleta dagirker bû sembola têkoşîna bi rûmet. Hevrêyê me Mîrza ku bi eslê xwe ji gundê Memîra yê navçeya Dihê ya Sêrtê ye û li Mersînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, şahidî ji têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê re kir û di temenekî ciwan de cihê xwe di nava têkoşîna şoreşgerî de girt. Li dijî dewleta Tirk a mêtinger, ku hewl dide gelê Kurd ji cih û warê xwe bike û bi pêkanînên asîmîlasyonê hewl dide ji rastiya xwe ya civakî dûr bixîne, bi vî rengî jî planên xwe yên mêtingerî û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bi cih bîne, gelê me berxwedaneke bi rûmet nîşan da, berdêlên giran da ber çavên xwe û têkoşîna xwe ya hebûnê li ser vê bingehê meşand. Gelê me yê Botanê yê welatparêz bi taybetî jî xelkê Dihê, her tim bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê têkoşiya û daxwazên mêtingeran di ber wan de hişt, têkoşîn û berxwedan veguherand şêweyê jiyanê. Hevrêyê me Mîrza ku bi vê kevneşopiyê mezin bû, mîrateya şehîdên me yên leheng dewr girt û bi heman ruhê berxwedêriyê tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Mîza bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe xemiland û meşa li ser şopa Egîdan û Zîlanan her tim ji xwe re kir esas, di berxwedana dijî dagirkeran de şareza bû, di rêbaz û taktîka gerîla ya demê de bû hosta, di asta îdîayê bû fedayî û gelek wezîfeyên şoreşgerî bi ser xist. Bû fermandarekî mînak ku bi sekn û tevlîbûna xwe ya milîtaniya fedayî ıya Apoyî bû hevrêyê hevrêyan.

Hevrêya me Bêrîtan li bajarê Kobanê ku sembola berxwedanê ye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çîrokên lehengiyê yên Apoyî mezin bû. Bi bandora kesayetiya berxwedêr a hevrê fermandar Bêrîtan a sembola artêşbûna me ya jinê, navê Bêrîtan li xwe kir û li ser şopa şehîdan tevlî meşa azadiyê bû. Hevrêya me Bêrîtan ku bi durustî, cewherî û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dihate naskirin, timî hewl dida xwe bi pêş bixe û li dijî kiryarên qirker ên dewleta Tirk a dagirker bi şarezabûyîna rêbaz û taktîkên gerîla bersiv da. Hevrêya me Bêrîtan ku li dijî dagirkeran bû xwedî sekneke fedayî ya Apoyî, di asta artêşbûna jinên Kurd a azad de xwe bi pêş ve bir, bi ruhê Bêrîtan û Zîlan bi ser dijmin ve çû, bi vî ruhî şer kir û bi lehengî şehîd bû. Kesayetiya berxwedêr û milîtaniya hevrêya me Bêrîtan al i Heftanînê nîşan da wê bike ku timî di nava lehengên nemir ên Heftanînê de bê bîranîn.

Hevrêya me Jînda ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ye, li Rihayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd hîn di zarokatiyê de dît û li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê her tim hewl da têbikoşe. Hevrêya me Jînda bi bandora paradîgmaya azadiyê ya jinê û felsefeya Rêber Apo, li dijî kiryarên qirker û faşîzma li jinan tê ferzkirin, dît ku têkoşîna herî bi bandor bi Gerîlatiya Azadiya Kurdistanê dibe. Li ser bingeha vê rastiyê weke jineke Kurd a azad di doza azadiyê ya gelê Kurd de ji bo bibe milîtaneke bi rûmet sala 2016'an tevlî nava refên partiyê bû. Hevrêya me Jînda di destpêka tevlîbûna xwe de cihê xwe li nava berxwedana xwerêveberiyê ya Dêrikê girt, rûyê komkujer ê dewleta Tirk a dagirker bi xwe dît û heta ku gihîşt qadên gerîla gelek zor û zehmetî dît. Hevrêya me Jînda bi biryardariyeke mezin zor û zehmetiyên li pêşiya xwe ji holê rakir û ji bo tola komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker kiriye hilîne, kete nava hewldaneke mezin. Bi taybetmendiya xwe ya sade, durust û hestewar dihate naskirin. Hevrêya me Jînda bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin her tim hewl da bibe milîtaneke tolhildanê. Di her çalakiyê de ya li dijî dagirkeran, bi rêbaza fedayî ya Apoyî bi ser dijmin ve çû û weke jineke Kurd a azad eman neda dijmin, li Heftanînê di şer de bi lehengî şer kir û meşa xwe ya azadiyê bi şehadetê tacîdar kir.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi serketinê tacîdar bikin.

3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

25'ê Adarê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê bi çekeke taybet li dagirkerên li ser Girê Koordîne hate xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de kozika dagirkeran bi temamî îmha bû û 3 dagirkerên di kozikê de hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bombardûmaneke giran li zeviyên gundê Rusê kirin, danê êvarê jî miriyên xwe ji qadê birin.

Ev çalakî ji bo hilanîna tola hevrêyên me Mîrza, Bêrîtan û Jînda hate kirin ku 23'ê Adarê li heman qadê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Bêrîtan Kobanê
Nav paşnav: Talîvan Terpûş
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Îslîm-Fethî
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2021'ê / Heftanîn

Nasnav: Mîrza Tolhildan
Nav paşnav: Devran Demîr
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Saadet-Mûrat
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2021'ê / Heftanîn

Nasnav: Jînda Mardîn
Nav paşnav: Zeynep Acet
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Zehra-Vahît
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2021'ê / Heftanîn