Li Heftanînê agirê Newrozê hate dadan

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin.

Li gelek qadên gerîla agirê Newrozê hate dadan.

Li qadeke Heftanînê, gerîla êzingan kom dikin û agirê Newrozê dadidin.

Yek ji gerîlayan got, ew dixwazin "ruhê berxwedanê" yê ku ji "Kawayê Hemdem" Mazlûm Dogan û vir ve dewam dike, bilind bikin.

Gerîla diyar kir ku wan sala 2021'ê bi berxwedan û serketinê qedandin û di sala 2022'an de wê pratîk û pêşengiyeke hîn xurt nîşan bidin.

Koma gerîla ya li Heftanînê li dora êgir govend gerand û bi stranên şoreşgerî Newroz pîroz kir.