Li Heftanînê 16 leşker hatin kuştin, Reoyek hate îmhakirin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 16 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke leşkerî ya Reo hate îmhakirin û derb li kepçeyekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê encamên çalakiya li Heftanînê eşkere kir.

HPG’ê got ku “Hêzên me di Çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, di 1’ê Kanûnê saet di 13.40’an de li Girê Konferansê yê Mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Ji 4 milan ve li stargeh, çeper û wesayîtên dijmin hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 16 leşkerên Tirk hatine kuştin, wesayîteke leşkerî ya Reo hatiye îmhakirin û derb li kepçeyekê hatiye xistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.”