Li Haftenîn û Xakurkê 5 çeper û radarek hate rûxandin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Heftanîn û Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de 5 çeper û radarek hatiye rûxandin, gelek leşker jî hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan agahî parve kir.

HPG’ê ev agahî da:

“Agahiyên têkildarî çalakiyên hêzên me yên di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Haftenîn a li dijî artêşa TC a dagirker ku li herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin wiha ne;

GERÎLAYAN JI ESMANAN VE ÇALAKÎ KIRIN

“Yekîneyên me yên parastina esmanî, 19’ê Hezîranê li Girê Şehîd Bêrîvan, 28’ê Hezîranê li Girê Dupişka û 1’ê Tîrmehê jî di saet 08:40’î de li devera Xantûra li dijî dagirkeran ji esmanan ve çalakî kirin. Di van çalakiyan de hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehatin zanîn.

1’ê Tîrmehê saet 16:00’an hêzên me li devera Xantûr hêzên me li dijî dagirkeran çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me ji du baskan ve bi xurtî li yekîneya dijmin da, li ser hejmara kuştî û birîndarna agahiyên zelal negirtin. Piştî çalakiyê hêzên me du caran bi yekîneyên dijmin re şer kirine. Di van şeran de jî hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirin.

Hemwext hêzên em li dijî yekîneyên dagirker ên li Girê Şehîd Adar çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li dijmin hate xistin, leşkerek hatiye kuştin.

LI DUPIŞKA 5 ÇEPER HATIN RÛXANDIN

Heman rojê saet 17:00’an hêzên me li dever Girê Dupişka li dijî dagirkeran çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve li çeperên dijmin hatin xistin, 5 çeper hatin rûxandin û gelek leşker hatin cezakirin.

26-30’ê Hzîranê di êrîşa esmanî ya artêşa TC a dagirker a li devera Xantûra de hevrêyên me yên bi navê Şoreşger û Welat şehîd bûne.

Di daxuyaniya xwe ya 28’ê Hezîranê de me ragihandibû ku di şerê li Şeşdara de hevrêya me ya bi navê Sema şehîd bûbû. Hevrêya me piştî ku di şer de birîndar dibe, dîl dikeve destê dijminan.

LI XAKÛRKÊ RADAR HATE RÛXANDIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî rayedara li Girê Şehîd Axîn a herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de radar hate rûxandin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker derdor ketober dan ber guleyan.

LI DIJÎ WESAYÎTA ZIRXÎ ÇALAKÎ

29’ê Hezîranê saet 23:00’an hêzên me li dijî wesayîteke zirxî ya li ser rêya Gever a Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku xurtî li wesayîtê hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Di vê çalakiyê de hevrêyê me Partîzan ê bi lehengî şer kir, şehîd bû.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ ŞEHÎD

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Partîzan Botan
Nav û Paşnav: Adil Akyurek
Cihê Jidayikbûye: Mêrsîn
Navê Dayikê-Bav: Hanîfe – Cemal
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Colemêrg 29’ê Hazîrana 2020

Hevêryê me Partîzan li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmlasyonê ya dewleta Tirk a li ser gelê kurd û gelê herêmê sala 2012’an tevlî refên gerîla bûye. Hevêrê Partîzan ji roja tevlî gerîla bûye tim xwe perwerde kiriey û xwe pêşxistî, di demekî kin de cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de kiriye. Herî dawî li Zagrosê cihê lê erk dike, li dijî dijmin her demê di eniyên pêş de cih girtiye û tim di nava têkoşînê de bûye. Heta kêliya ku şehîd bûye hemû erk û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih aniye. Hevrê Partîzan ê milîtankî mînak bû, di nava hevrêyên xwe de her demê dilpak, dilnizim û fedekar dihate zanîn.

Di serî de sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe yê binirx û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin, soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

ÊRÎŞÊN ESMANÎ

1’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn, di vê çarçoveyê de;

Saet 15:00 heta 15:30’î balafirên şer Girê Çiyayê Reş ê Herêma Zapê, Girê Cehenem, gundê Saca û devera Karkeran bombe kirin.

23:50’î balafirên şer derdorî Girê Yekmalê ya Herêma Garê bombe kiriye.

Di van bomberdûmana de ti ziyan negihiştiye hevrêyên me.”