Li Amed û Mêrdînê agirê Newrozê hat pêxistin

Li navçeyên Amed û gundên Mêrdînê Newroz hat pîrozkirin. 

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier, rêxistina partiyê ya Amedê û rêxistina partiyê ya Sûrê di çaçroveya xebatên Newrozê de li gundên Qedya Mezin û Simakî yên Sûrê hevdîtin bi gel re kirin. Şande ewilî çû gundê Qedya Mezin û li vir piştî axaftina Taşçier govend hat gerandin û Newroz hat pîrozkirin. 

Taşçier diyar kir ku di Newrozê de divê bên cem hev du û li hemberî zilmê dengê xwe bilind bikin. Taşçier, Newroza 2013'an bibîr xist ku di wê Newrozê de nameya Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xwendin û got: "Birêz Ocalan gotibû meseleya girtî divê bi rêya siyasî ûa ştiyê bê çareserkirin. Ji bo azadiya kurdan divê Newroza îsal ji ya 2013'an qelebalixtir be." 

FARQÎN

Li 16 gundên navçeya Farqînê Newroz hat pîrozkirin. Rêxistina HDP'ê ya Farqînê di çarçoveya xebatên Newrozê de serdana gundan kirin. Çendî berf dibariya û dinya sar bû jî li gundan agir hat vêxistin û welatiyan li ber stranna govend gerandin û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de tim dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 

PÎRAN

Rêxistina HDP'ê ya Pîranê jî li herêma Têrkanê çû gundê Şêx Selementoyê û belavok belav kirin ji bo Newroza Amedê. Paşê şêniyên gund li meydana gund kom bûn û agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan li dor agir govend gerandin. 

REZAN

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, rêxistina HDP'ê ya Rezanê û rêxistina DBP'ê ya Rezanê û Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn li Kolanê Erzanê Emek, Sakaryayê û li texma Saglik Ocaxiyê û bazara semtê hevdîtin bi gel û esnafan re kirin. Şandeyê hemû welatî vexwandin Newroza Amedê. 

MÊRDÎN

Komîteya Amadekar a Newrozê û rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyan ên Mêrdînê xebatên xwe yên ji bo Newrozê bênavber didomînin. Di çaçroveya xebatan de îro serdana gelek gundan hat kirin. Di dema serdana gundan de agir hat pêxistin û li dor agirê Newrozê govend hatin gerandin. Di dema govendgerandinê de welatiyan tim dirûşmeya "Bijî Newrozê" berz kirin.