Li gundên Amedê agirê Newrozê hat vêxistin

Beriya Newroza mezin, gundên Amedê ji niha ve dest bi vêxistina agirê Newrozê kirin.

Li gundên Qerewerî û Tilhamê yên navçeya Yenîşehîr a Amedê agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiyê de dirûşmeya "Bijî Newroz" hat berzkirin û govend hat gerandin.

Hevseroka HDP'ê ya Yenîşehîrç Belgîn Dîken kesên tevli pîrozbahiyê bûn vexwandin pîrozbahiya mezin a di 21'ê Adarê de.

Rêvebiriya HDP'ê ya Peyasê jî li gundê Dilberg, Cûcûk, Cankitran û bazara semtê ya Peyasê belavok belav kirin. Heyet li gundan bi coş hat pêşwazîkirin. Heyetê paşê şêniyên gundan vexwand pîrozbahiya ku dê di 21'ê Adarê de li navçeya Rezanê li Parka Newrozê bê pîrozkirin.

Şande di vegerê de li bazara semtê ya Peyasê jî belavok belav kirin. Di dema belavkirina belavokan de li bazarê dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin.