Li gundek yê Hezexê terora dewletê: Binçavkirî û birîndar hene

Hat diyarkirin ku leşkeran li gel dehan wesayîtên zirxî avêtine ser gundekî yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê, êşkence li welatiyên gund kirine.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di saetên sibê de bi dehan wesayîtan polîsan avêtine ser gundikê Arcanya yê girêdayî gundê Bafê yê Hezexê de girtine. Gundê Bafê nêzîkî 15 kîlometreyan ji Hezexê dûre.

Xizmên gundiyan ku agahî dan ANF'ê, diyarkirin ku hêzên dewletê bi 100 wesayîtan ketine gund.

Ketin û derketina gund hatiye qedexekirin, xetên telefonan jî hatine qutkirin. Kesekê ku xizmên wî hatîn binçavkirin û êşkence kirin ragihand ku êşkence li gundiyan hatine kirin, gelek ji wan hatine birîndarkirin û herî kêm 6 kes binçavkirine.

Hat diyarkirin ku navê kesên hatine binçavkirin wiha ne; Ramazan Sekmen Ûray, Resûl Sekmen Ûray, Hakîm Sekmen Ûray, Selahattîn Sekmen Ûray, Şefa Terkîn û Emîn Terkîn.

Xemgîn Sekmen Ûray, Nêçîrvan Sekmen Ûray û Emîn Terkîn ê ku temenê wan di navbera 15 - 16 de ye hatine êşkencekirin.

Hat diyarkirn ku Xemgîn Sekmen Ûrayê 15 salî êşkenceyekî giran lê hatiye kirin û rakirine nexweşxaneyê.