Li gundê Hemedan ê Şengalê wê gorên komî bên vekirin

Tê payîn ku sibe li gundê Hemedan ê Şengalê gorên komî bên vekirin. Lewma bi sedan Êzidî berê xwe dan cihên gorên komî û ji bo miriyên xwe xêr belavkirin.

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û di gelek gorên komî de hatin veşartin. 8 sal derbas bûn lê hê jî hemû gorên komî nehatine vekirin, xelkê Şengalê li benda vekirina gorên komîne.

Gundê Hemedan ê Şengalê nêzî gundê Solax e, bi salane li wir gorên komî hene û nehatine vekirin. Îro danê siharê civaka Êzidî ji Qiblet û Şemalê berê xwe dan gund û amadekariyên vekirina gorên bi komî kirin.

Tê payîn sibe bi fermî dest bi vekirina wan gorên komî were kirin. Di dema belavkirina xêra îro de Bavê Şêx û Meclîsa Ruhanî ya Civaka Êzidî jî amade bûn. Her wiha gelek berpirsên leşkerî jî amade bûn.