Li gundê Efşê mala Êzidiyan hate rûxandin

Li gundê Efşê yê navçeya Midyat a Mêrdinê mala Êzidiyan hate rûxandin.

Navenda Çanda Êzidiyan (NÇE) ragihand ku li Bakurê Kurdistanê li gundê Efşê yê navçeya Mêrdîn Midyatê mala Êzidiyan ji aliyê dewleta Tirk ve hate rûxandin.

Navenda Çanda Êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got;

“Em wek Navenda Çanda Êzidxan,(NÇÊ) bang li hemû qadên navnetewî û gelê Kurdistanê yên dilsoz dikin ku bila bêdeng nemînin.  Ev tê wateya ku planên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an hîn bi dawî nehatine. Bêdengî rûreşî û alîkariya vê zulmê ye! Êzdiyên bi rûmet, gelê me yên welatparêz, ji her demê bêhtir divê em sazî û rêxistinên xwe xurt bikin. Da ku dagirker û dijminên mirovahiyê nikaribin rihet tevbigerin.

Divê em hemû qadan li dewleta dagirker û hevalbendên wan teng bikin. Roj roja xîretê û xwedîderketinên nirxên olî û netewî ye. Em vê helwesta dewleta dagirker ya Tirk bi tundî şermezar dikin. Efşê ne bi tenê ye.Her wiha Kelhok jî divê careke din, bigihe xweyiyên Kelhokê.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdinê Alî Atalan jî diyar kir mala Êzidiyan bi kepçeyan hate hilweşandin.